Temellî: Em xurt in, em ê bi ser bikevin

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Mûşê Sezaî Temellî bang kir ku her kes 28’ê Gulanê biçe ser sindoqan û got: “Em xurt in, em ê bi ser bikevin.”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Mûşê Sezaî Temellî bang li her kesê kir ku xwedî li deng û sindoqan derbikevin.

Temelî ev peyam da: “Gelê me yê hêja, jin, ciwan û her kesê ku ji vê rejîmê mexdûr bûye, em di 14’ê Gulanê de çûn ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derketin û me faşîzm rawestand. Ev hêza me bû. Me ev hêz nîşanî gelên Tirkiyeyê hemûyê kir. Niha tûra duyem li pêşiya me ye. Em 28’ê Gulanê biçin ser sindoqan, hem jî bi rengekî pirt xurt em ê biçin. Em vê faşîzma ku me rawestandî, vê carê bi hev re hilweşînin. Me ev hêz heye. Bes em xwedî li deng û sindoqan derbikevin. Em bi maf in, em ê bi ser bikevin. Em xurt in, em ê bi ser bikevin.”